Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 31 peyam
le monde diplomatique kurdî - tirşik
le monde diplomatique kurdî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rojnameyeke mehane ye. Ji mijdara 2009an ve ev rojname bi herdu zaravên kurdî, kurmancî û soranî, tê çapkirin.



bi gelemperî analîzên kûr û balkêş li ser siyaset û civakê heye. ji xêncî vê dîsa mijarên çandî û hunerî jî heye.



dema ku min sernivîsa rûpela dawiyê dîtibû, gelek kêfa jê re hatibû. wiha dinivîsî: jiyan bi kurdî xweş e



23.09.2013 19:14 | kelemejû

2. yek ji kevintirîn rojnameyên çapkirî yên kurdiya kurmancî ye.

Di hejamara 75an de, Îlon 2023, piştgirî dixwaze, di rûpela xwe ya dawiyê de.

"Piştgirî bo lmd kurdî

Le monde diplomatique kurdî, hêza xwe ji reklamên tîcarî nagire. Ji ber vê yekê hewcedarî bi bexş û piştgiriyên xwendevanên xwe heye. Ev bexşên we dê bibin pal û pişt ji bo pêşvebirina dezgehî û fikrî ya rojnameya me.

Hûn dikarin li her derê cîhanê bi methodên cuda yên peredanê piştgiriyê bidin.

https://ku.mondediplo.com/donation
"



30.03.2024 17:19 | mirovekirind

3. Rojnameyeke piçûk e. xwendina wê rehet û bikêf e. weşana enstîtuya kurdî ya parîsê ye.

piştî bidestxistina du hejmarên wê ku min kêfa zarokan pê kir ez bi nivîsên wê yên li ser polîtîkaya navneteweyî mat mame. pir biserketî bûn. nivîsarên tê de di asteke pir bilind de ne ku mirov dikare wan û yên di rojnameya dya û ya brîtanyayê de bide ber hev. ne tenê naveroka nivîsan, standarda zimanê wan jî baş e, redaktoriya wan jî.

tu li tevahiya ser û binê welatê bigerî tu dê belkî nivîsên bi vê kalîteyê ancax li botan timesê rast werî. bi texmîna min nivîskarên le monde diplomatique kurdî bi salan di bin bandora fransizan de mane loma karîne zimanê xwe, nivîs û ramanên xwe bikemilînin, geş bikin. yanî lîteratûr û çanda navdar ya fransayê tev bi nivîskar (voltaire, sartre, victor hugo û hwd.) û fîlozofên xwe (descartes, rousseau û hwd.) bandora xwe li dîasporaya kurdî kirine, bê mane.

an jî em neheqî li wan bikin û bêjin çi li rojnameyên fransî dibînin werdigerînin kurdî. kerem kin bixwînin. Here lînkê



31.03.2024 15:38 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
stranên kurdî yên li ser heywanan [1]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
berhev 2/şervan zana-Turan şen/belapêjgarî (youtube: i5sRahuI...
kurdên nasyonalîst [2]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîniya malî

Kategoriyên mijarê:: rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî